Partiya Çepgir a Ewropayê: Demokrasî li Tirkiyeyê di xetereyê de ye

Partiya Çepgir a Ewropayê da zanîn ku ew ê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadan be.

Bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê re, erîşên rejîma Erdogan ên li ser Partiya Çepên Kesk û muxelefetê zêde dibin. Partiya Çepgir a Ewropayê (EûropenLEFT) ku ji ber êrîşan bertek nîşan da, got: “Vê Yekşemê ji bo lê binihêrin bê ka rêz ji bo mafên bingehîn demokratîk tê girtin an na, em ê li qadan bin.”

Partiya Çepgir a Ewropayê Eûropen LEFT (EL) ku sala 2014’an ji aliyê partiyên sosyalîst, komunîst, sor-kesk û partiyên din ên demokratîk ve hat avakirin, diyar kir ku di hilbijartinên li Tirkiyeyê de demokrasî di xetereyê de ye. Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya dîjîtal ê EL’ê hat weşandin, wiha hat gotin: “Di hilbijartinên bê de demokrasî di xetereyê de ye. Ji ber zexta bêyî rehim a hikûmetê ya berpêyî mixelefetê, mirov ji duristbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê dikeve şikê. Vê Yekşemê, ji bo lê binihêrin bê ka rêz ji bo mafên demokratîk ên bingehîn tê girtin ya na, em ê li qadan bin.”

VÎLLÎÛMSEN: HÊVIYA MIN, HILBIJARTINEKE BI AZADÎ Û ADILANE YE

Nîkolaj Vîllîûmsen ku endamê Koordînasyona Koma Dostaniya Kurdan û Endamê Parlamentoya Ewropayê û Alîkarê Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê ye, rexne li deshilatê kir ku çima hîleyan dike û zextê li muxalefetê dike, daxuyaniyeke wiha weşand: “Mafê Tirkiyeyê yê hilbijartineke bi azadî û adilane, heye. Hilbijartineke ku tirsa ketina girtîgehê nîn be. Bêyî tirsa dizîna dengan. Hêviya min ew e ku roja Yekşemê, ji bo hemû gelê Tirkiyeyê, hilbijartineke bi azadî û adilane çêbibe.”